Elî Teter: Parêzgehbûna Duhokê berhema Şoreşa Îlonê ye
Duhok-KDP.info- Parêzgerê Duhokê Elî Teter ragihand: “Biryara bi parêzgehbûna Duhokê ji encama xebata şoreşa Îlonê bû.”. Herwiha dibêje, “Duhok bi kultûr û ziman û pêkhatên cuda cuda zengîn e”.
Parêzgerê Dihokê Elî Teter îro Duşema 27.05.2024 di çarçoveya kernevala salvegera parêzgehbûna Dihokê de gotarek pêşkêş kir û tê de ragihand, “Sala 1969an û di bin guvaşa Şoreşa Îlonê biryara biparêzgehbûna Duhokê derket, bi wê wateyê ji berhema Şoreşa Îlonê.”
Teter wiha got: “Duhok û xelkê xwe di demên borî de û taybet berî Serhildana 1991ê û paştir jî rûbirûyî gelek gef û metirsiyan bûne lê li beranberî wan hemiyan bi awayekî xweragir mane”.
Parêzgerê Dihokê amaje jî da, “Duhok bi kultûr û ziman û pêkhatên cuda cuda zengîn e û hemî wan taybetmendiyan diparêzin”.
Parêzgarê Duhokê wiha got: “Kurd neteweyeke aram û serxwe ye û aştî û seqamgirî û pêkvejiyanê dixwaze”.




