26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Divê mafê hemû pêkhateyan parastî be

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya Konferansa Qanûna Barê Kesî ya Kiristiyanên Îraqê de radigehîne, “Em herdem piştevaniya mafên pêkhatan dikin û divê mafên hemûyan parastî bin”.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Duşema 27.05.2024) di çarçoveya Konferansa Qanûna Barê Kesî ya Kiristiyanên Îraqê de gotarek pêşkêş kir û tê de ragihand: “Ji bo serkeftin û pêşketinê bi tenê rêyek heye. Ew jî jiyana bi hevre û hevbeşiya pêkhateyan e di rêveberiya welat de. Ev yek gelekî girîng e. Yasaya Barê Kesî ku ya ji bo pêkhateyên dînî wisa dike ku mafê hemû pêkhateyên dînî bêne parastin. Em piştgiriyê didin mafên rewa û destûrî yên Xirîstiyanan û hemû pêkhateyan.”

Di destpêka axaftina xwe de Nêçîrvan Barzanî bixêrhatina Xirîstiyanên ji Sûriye, Libnan û Ûrdinê yên ji bo konferansê hatine Hewlêrê kir û wiha got: “Ez gelek kêfxweş im ku we hemûyan li vir li Hewlêrê dibînim. Em hemû bi hev re li ser mafên pêkhateya dînî ya Xirîstiyanan gotûbêjê dikin. Helbet bi amadebûna me hemûyan li vir, em dê bêtir baweriyê bidin Xiristiyanên Herêma Kurdistanê û tevahiya Îraqê.”

Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Em hemû piştevaniya vê kongreyê dikin, ji ber ku armanca wê ew e ku mafên rewa yên Xirîstiyanan bi rêya diyalogê, yasayî û destûrî li seranserê Îraqê mîsoger bike. Ez bi dilgermî pêşwaziya mêvanên Xiristiyan ên hêja ji Libnan, Sûriye û Urdunê dikim. Hêvîdar im bi ezmûna xwe beşdariyeke kêrhatî di gotûbêjên vê kongreyê de bikin û çend rojên xweş li Kurdistanê derbas bikin.

Me hertim piştgîriya daxwaz û mafên Xirîstiyanan û hemû pêkhateyên Îraqê kiriye, ji ber ku piştevaniya me bi dîroka dirêj a bawerî û çanda pêkvejiyana aştiyan e û wekhev li Kurdistanê ve girêdayî ye.”

Serokê Herêma Kurdistanê wiha domand: “Piştgiriya me jî bi destûra Îraqê ve girêdayî ye ku gelê Îraqê deng daye wê ew pesend kir. Madeya 41 a destûra Îraqê dibêje, ’Îraqî azad in ku li gorî tercîhên xwe li ser yasaya barê kesî tevbigerin’ ku bi qanûnê hatiye pesendkirin. Bi bicihkirina vê maddeyê û hebûna yasaya barê kesî re mafên Xirîstiyan, Êzidî, Sabîye Mendayî û hemû olên Îraqê bên parastin. Ev kongre gaveke pir girîng a pratîkî ye ji ber ku rê li ber diyalog û çareseriyeke guncaw ji daxwaz û mafên Xirîstiyanan re vedike.”

Nêçîrvan Barzanî wiha jî got: “Em piştgiriya daxwazên destûrî yên Xirîstiyanên hemû pêkhateyên Îraqê dikin. Nebûna yasaya barê taybet a Xiristiyanan dihêle ku ew li gorî yasan ku bi dîn û baweriyên wan re ne li hev in, werin dermankirin. Ev yek bandoreke gelek xirab li ser malbat û civaka Xirîstiyanên li Îraqê dike. Em ji gelek rewşan hatine agahdarkirin ku ji bo me cihê dilgiraniyê ye, ji ber ku jiyan û çarenivîsa gelek zarok, keç û jinan dixe tengasiyê, bi taybetî di warê mîras, berdan û ferzkirina dînî ya bi zorê de.”

Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Ez bi xwe li herêmeke wisa mezin ku bûm ku perestgehên dînî li kêleka hevdû bûn û bawermendên wan hemû dînan bi hezkirineke mezin bi hev re dijiyan. Di sala 1983yan de gelek Xiristiyanên Aşûrî jî li gel Barzanîyan hatin qetilkirin. Me qedera xwe kir yek. Çend Pêşmergeyên Xirîstiyan bi qahremenî di şoreşên Kurdistanê de rola wan hebû. Komkujiyên li herêmê her tim cihê jiyana hevpar a etnîkî û olî mane. Tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê tevgera parastina hemû neteweyên Kurdistanê ye. Ji ber wê jî parastina mafên hemû pêkhateyên Kurdistanê erk û baweriya me ya neguherî ya Herêma Kurdistanê ye. Em dûbare dikin ku tenê yek rê ji bo serketin û pêşketinê heye bi sûdwergirtina ji paşeroja Îraqa nû, bihevrejiyan û beşdariya hemû pêkhateyan di birêvebirina welat de.”

Nûçeyên têkildar