Serok Barzanî û Balyozê Romanya tekezî li ser kûrkirina dostayetî û berfirehkirina pêwendiyan kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Romanya li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan tekezî li ser kutkirina dostayetî û berfirehkirina pêwendiyan kirin.
Îro Duşema 27ê Gulana 2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Radu Dobry Balyozê Romanya li Iraqê kir.
Li hevdîtinê de ku birêz Petre Constantin Konsulê Giştî yê Romanya li Hewlêrê amade bû, guftûgo di derbarê pêşhatên siyasiyên dawî yên li ser asta Iraq û navçeyê û astengî û metirsiyên li ber aramiya navçeyê de kirin.
Her li vê hevdîtinê de tekez li ser kûrkirina dostayetî û berfirehkirina pêwendiyên aborî û bazirganiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Romanya kirin.
Hilbijartinên Herêma Kurdistanê û peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal mijareke dinê vê civînê bûn.




