26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Şoreşa Gulanê serhildaneke birûmet a miletekî bû ku amade bû canê xwe ji bo azadî û serfiraziyê feda bike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Partiya DemokrataKurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî ragihand, Şoreşa Gulanê serhildaneke birûmet a miletekî bû ku amade bû canê xwe ji bo azadî û serfiraziyê feda bike.

Nêçîrvan Barzanî bi mebesta 48 saliya Şoreşa Gulanê îro Yekşema 26.05.2024 peyamek belav kir.

Ev jî tekesta peyama Nêçîrvan Barzanî ye:

“Em îro 48mîn salvegera destpêkirina Şoreşa Gulanê bi bîr tînin, em bejna xwe li ber giyanê pak ê şehîdan ditewînin û wan bi rêzdarî bibîr tînin. Silav li hemû Pêşmerge, kadro û hemû wan qehreman û mêrxasên ku bi her şêweyekî di nava refên şoreşê de xebat kirine.

Şoreşa Gulanê serhildaneke birûmet a miletekî bû ku amade bû canê xwe ji bo azadî û serfiraziyê feda bike. Di Şoreşa Gulanê de gelê Kurdistanê îspat kir ku ew ti carî serî natewîne û peyam û armanca Şoreşa Mezin a Îlonê ya bi rêbertiya Barzaniyê Nemir heta serkeftinê perdewam e.

Lihevkombûna hêz û aliyên Kurdistanê ji bo armanceke bilind, berhema şoreşa Gulanê bû, ku di dawiyê de Raperîna sala 1991ê li pey xwe anî û azadî û federalî û qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê anî.

Di vê bîranînê de em tekeziyê li ser xebat û jihevtêgihiştin û bihevrebûnê dikin ku niha û pêşerojeke baştir ji gelê Kurdistanê re misoger bike.

Bîranîna Şoreşa Gulanê bilind û pîroz be, silav li giyanê pak ê şehîdan

 

Nêçîrvan Barzanî

26.5.2024”

 

Nûçeyên têkildar