26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fazil Mîranî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Rûsya li Hewlêrê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) pêşwazî li Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê kir.
Îro Sêşema 21.05.2024 Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtbîroya PDKê Fazil Mîranî pêşwazî li Maksîm Rubîn Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê kir.
Di hevdîtinê de Fazil Mîranî jibilî bi xêrhatina şanda mêvan, behsa pêwendiya dîrokî ya di navbera gelê Kurdistanê û Rûsya de kir û spasiya hikûmeta Rûsyayê jî kir ku 12 salan pêşwaziya Barzaniyê nemir û hevalên wî kir, herwiha pêşwaziya Rûsya li xwendevanên ji endamên şoreşa Kurdistanê.
Mîranî tekez kir, ku pêwendiyên Kurdistanê ligel hikûmet û gelê Rûsyayê roj bi roj bihêztir dibin û ew hêvîdar in ku ew pêwendiyên han ber bi pêş ve biçin.
Fazil Mîranî bi kurtî behsa rewşa Herêma Kurdistanê bi taybetî û Iraqa Federal bi giştî kir.
Mîranî herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku, navçeya me di qonaxeke hestiyar re derbas dibe û prensîbên (lihevkirin, hevsengî û şirîkatî) li Iraqa federal nayê cîbicîkirin û rêkeftinên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqa federal de nayên cîbicîkirin.
Derbarê rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê jî Fazil Mîranî tekez kir ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dê bên kirin û hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li ser lidarxistina hilbijartinan hevnerîn in û her pirsgirêkek hebe dikarin bi jihevtêgihiştinê were çareserkirin.
Ji aliyê xwe ve Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê Maksîm Rubîn spasiya Fazil Mîranî kir ku di vê hevdîtinê de hêsankarî kir û balkişand li ser peywendiyên dualî yên di navbera gelê Rûsyayê û gelê Kurd de û ew yek bi dîrokî û serkeftî wesif kir.
Herwiha kêfxweşiya xwe ya li hember karê xwe yê li Hewlêrê nîşan da û hêvî xwest ku Kurdistan li pêşkeftin û serkeftina xwe berdewam be.

Nûçeyên têkildar