25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Serokomarê Îranê dê hatiba Hewlêrê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, “ketina helîkoptera Serokomarê Îranê û şanda pê re em xemgîn û nîgeran kirine.” Herwiha got, ew li benda serdana serokomarê Îranê bo Hewlêrê bûn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Sêşema 21.05.2024 li Konsulxaneya Îranê li Hewlêrê tevlî behiya Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdulahiyan û hevalên wan bû.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di daxuyaniyeke rojnamevanî de got: “Em hatine bi rêya Konsulxaneya Îranê sersaxiyên xwe pêşkêşî rêberatî, serokatî, hikûmet û gelê Îranê bikin û em hêvîdar in ku ev êşa dawî ya gelê Îranê be.”

Mesrûr Barzanî got jî: “Ev bûyer dê bibin sedemek ku gelan zêdetir nêzîkî hev bike û em hemû bikarin pêwendiyên baştir bi hev re ava bikin.”

Diyar kir jî: “Em li bendê bûn di çarçoveya serdana xwe bo Iraqê de, di çend rojên bê de pêşwaziya Serokkomarê Îranê li Hewlêrê bikira, lê mixabin ev bûyera trajîk rû da ku di encamê de Serokkomar, Wezîrê Derve û hemû hevalên wan canê xwe jidest dan. Vê bûyer em xemgîn kirin.”

 

Nûçeyên têkildar