Şelal Gado: Em Kurdên Rojava şanaziyê bi xebata Serok Barzanî dikin

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Îro 62 sal bi ser temenê Pêşmergatiyê yê Serok Mesûd Barzanî derbas dibe û siyasetmedarek ji Rojavayê Kurdistanê jî dibêje, her kurdekî dilsoz şanaziyê bi Serok Barzanî dike.
Şelal Gedo, Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê û nûnerê ENKSê di Îtîlafa Sûriyê de ragihand ku Serok Barzanî 62 sal ji temenê Serok Barzanî di nava têkoşîna Pêşmerge de derbas bû û niha jî weke Pêşmergeyekî gelê Kurd e û bûye sembola hemû gelê Kurd li herçar perçeyên Kurdistanê. Gelê Kurd bi vê xebat û têkoşîna Serok, serbilind e.”
Gado ji malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re got: “Em Kurdên Rojava şanaziyê bi têkoşîna Serok Barzanî dikin ji ber ku têkoşîna wî ji bo bidestxistina mafên hemû kurdan bû, ku Kurd bighên mafên xwe.”
Şelal Gado wiha domand: “Helwestên netewî û niştimanî yên Serok Barzanî hêviyek xistiye dilê hemû Kurdekî dilsoz.”




