26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Parlamenterê DEM Partiyê: Serok Barzanî pêşmergeyekî rêzdar û têkoşerekî pir mezin e

Çavkanî: KDP.info

Tirkiye-KDP.info- Parlamenterekî DEM Partiyê li Parlamentoya Tirkiyê derbarê salvegera tevlîbûna Serok Mesûd Barzanî bo nava Hêzên Pêşmerge, ragihand, “em spasdarê ked û helwêstên Serok Mesûd Barzanî ne, îro bû 62 sal ku Serok Barzanî Pêşmerge ye û heya niha jî pêşmergatiya xwe diparêze.”


Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek ji malpera KDP.info re ragihand: “Em spasdarê têkoşîn û berxwedana Serok Barzanî ne, pêşmergeyekî rêzdar û têkoşerekî pir pir mezin e.”

Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em piştrast in ku Serok Barzanî dê li ser hewlên xwe yên jidil û dilsoz ji bo pêkanîna yekitiya Kurd û Kurdistanê berdewam be.”

Nûçeyên têkildar