Balyozê Kuweyt silavên mîrê xwe gihand Serok Barzanî

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Kuweyt li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de balyozê Kuweyt silavên mîrê xwe gihand Serok Barzanî.
Îro Dûşema 20ê Gulana 2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Tariq Abdulla Elferec Balyozê Kuweyt li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de ku Osman Dawid Konsulê Giştî yê Kuweyt li Hewlêr amade bû, Balyozê Kuweyt li Iraqê silavên Mîrê Kuweytê bi Serok Barzanî gihand û pêzanînên xwe ji bo rola dîrokî ya Serok Barzanî ya di aramiya Herêma Kurdistan û Iraqê û kûrtirkirina peywendiyên gelê Kurdistanê û welatê wan, hebû, tekezî jî li ser dostayetî û pêşxistina peywendiyan kir.
Her di vê hevdîtinê de Serok Barzanî balkişand li ser êşên hevbeş ên gelê Kurdistanê û gelê Kuweytê û peywendiyên di navbera gelê Kurdistan û welat û serkirdayetiya Kuweytê bi dîrokî û girîng û dostane wesif kir.
Proseya siyasî ya Iraqê mijareke dine vê hevdîtinê bû.




