26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî peyameke sersaxiyê ji Rêberê Komara Îranê re şand

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî îro 20ê Gulanê ji ber koça dawî ya Serokkomarê Îranê û Wezîrê Derve Husên Emîr Ebdullahiyan, peyameke sersaxiyê arasteyî Rêberê Komara Îslamî ya Îranê, hikûmet û malbatên qurbaniyan kir.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi bihîstina nûçeya can ji destdana Îbrahîm Reîsî Serok Komar û Abdullahiyan Wezîrê Derveyê Komara Îslamî ya Îranê li rûdana diltezîna ketina xwarê ya helîkopterê gelek xemgîn bûm.

Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî Rêberê Komara Îslamî ya Îranê û Hikûmet û malbat û kesukarên qurbaniyên wê rûdanê dikim. Xwedayê mezin hedarê bide hemû aliyek.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
20.05.2024”

Nûçeyên têkildar