26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî sersaxî ji Komara Îslamî ya Îranê re xwest

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serxweşî û hevxemiya xwe arasteyî rêber, hikûmet û gelê Komara Îslamî ya Îranê kir û got: “Em hevxemî û hevpişteviya xwe ligel gelê Komara Îslamî ya Îranê re tekez dikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 20 Gulanê di peyamekê de sersaxî li Komara Îslamî ya Îranê kir, ji ber koça dawî ya Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emir Ebdullahiyan û hejmarek berpirsên din ên Îranê ku di encama ketina helîkopterê de canê xwe ji dest dan.

Di peyamê de hatiye: “Em pirse, sersaxî û hevxemiya xwe ya kûr arasteyî rêberatî, hikûmet û gelê Îranê dikin, bo koça dawî ya Serokkomar Ayetulla Seyîd Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Derve yê Îranê, Wezîrê Derve Husên Emîr Ebdullahiyan û hevrêyên wan.”

Mesrûr Barzanî dibêje: “Em ji Xwedayê mezin daxwaz dikin ku giyanê wan bixe ber dilovaniya xwe û sebir û aramiyê bide malbat û gelê Îranê bi giştî. Di vê qonaxa dijwar de, hevxemî û hevpiştiya xwe ji gelê Komara Îslamî ya Îranê re tekez dikin.”

 

Nûçeyên têkildar