KCK ê ji bo alîkarîya Rojavayê Kurdistanê banga seferberiyê kir

Bakûrê Kurdistanê-KDP.info/ Kordînatorên Alîkariya Rojava ku 2 mehin bi awayeke çalak evê kampanyayê dimeşînin, ji bo alîkariyeke zêdetir û baştir banga amadebaş (seferberiyê) li xelkê kirin
Li gor ajansa PNA daxuyaniya nivîskî li ser navê Kordînatorên Alîkariya Rojava ku di bin banê KCD’ê de ye, hat kirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Rojava her roj zêdetir nêzî azadiya xwe dibe, li Rojava çanda pêkvejiyanê xurt dibe û ji bo pêşerojeke geş a Rojava pêdivî bi alîkariyên madî hene. Hate destnîşankirin ku alîkariya ji bo Rojava di heman demê de piştgiriya ji bo pêvajoya aştî û çareseriyê ye.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ji 9’ê sibatê ve ev kampanya tê meşandin û alîkariyên ku hatine berhevkirin di ser deriyê Nisêbînê û Wêranşarê re ji Rojava re hatine şandin. Hate aşkerakirin ku heta niha 113 kamyon alîkarî hatiye berhevkirin û ev alîkarî di ser Kobanî û Qamişloyê re gihiştiye cihê xwe.
Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ji bo ku gelê Rojava bikaribe jiyana xwe bidomîne, pêdivî bi kampanyayeke mezintir, alîkariyeke zêdetir heye û banga amadebaşîya (seferberiya) alîkariyê li xelkê kurd hate kirin




