Dirûşma Kabîneya 9mîn: Jîngeha Kurdistanê mezintirîn saman e

Hewlêr-KDP.info- Serokê Desteya Jîngeha Herêma Kurdistanê ragihand ku kabîneya nehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêngaveke girîng avêtiye di warê jîgehê de ku dirûşma wê ev e (jîngeha Kurdistanê mezintirîn sermayeya Kurdistanê ye), ku di vê kabîneyê de karekî gelek baş hatiye kirin û hemahengiya me li gel çend wezaretan heye û ew hevkarî û hemahengiyê dikin.
Endazyar Ebdulrehman Sidîq Serokê Desteya Jîngehê ya Herêma Kurdistanê ji malpera fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re ragihand: “Desteya jîngehê ku lijneya çavdêrî û hemahengiya jîngehê ye û kar li ser nirxandina bandorên jîngehparêzî yên hemû pirojeyan û kar dike,hevahegiyê dike ligel saziyan û belavkirina hişmendiya jîngehê ji bo armancên wekî parastina jîngehê, başkirin û geşepêdana berdewam, bi riya faktor û amûrên wekî hişyarî, qanûn û bikaranîna teknolojiyan, ji bo van armancan bi wezaret û saziyên rêveber re, wek Desteya Veberhênanê re hevrêziyê dike. Ew hêsankirina veberhênanê ye ji bo projeyên hawirdorparêz û xwediyê projeyê mecbûr dike, ji bo ku beşek ji elektrîka projeyê ji çavkaniyên enerjiya paqij ên mîna tavê bikar bînin, herwiha giringîdan bi veberhênana kesk an jîngehê di warê parastina enerjiyê de.”
Sidîq wiha got: “Ji aliyek din ve Wezareta Avakirin û Niştecihbûnê li ser konsepta avakirina kesk dixebite, da ku avahî di pêşerojê de bibin xwedî ronahiya xwezayî, hewaya pir baş, dîmenên xweşik, aram û bêdeng û enerjiya nûjen bikar bînin, wekî enerjiya rojê.”
Sidîq wiha domand: “Em bi Wezareta Darayî û Aborî re hevahengiyê dikin da ku li ser têgeha aboriya kesk a berdewam, bankên kesk, fînansekirina kesk ji bo projeyan û hewildanên ji bo dana deynên biçûk ji bo projeyên enerjiya rojê. Aliyê Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ew e ku komir û gaza çopê bikar bîne.”
Sidîq herwiha got: “Em dixebitin ku hişyariya welatiyan di warê hilberîna enerjiyê de û baş bikarbînina ji baştirîn cûreyên enerjiyê, ku çavkaniyek nûjenbar a paqij e, wek enerjiya rojê û enerjiya ba. Ji ber vê yekê pêdivî ye ku em enerjiyê bi karanîna aborî biparêzin da ku fatûreyên elektrîkê kêm bikin, û belavbûna gazên pîs ji jîgehê re kêm bikin.”
Serokê Desteya Jîngehê ya Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê yekê kir ku her kes dikare bibe çavdêr û hişyariya jîngehê da ku rênîşanderê hevwelatiyan ji bo bilindkirina hişyariya kes û civakê bi erkên xwe û agahdarkirina biryarderan li ser wê yekê ku berhemanîna enerjiyê ye.”
Sidîq wiha got: “Kabîneya nehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê karî herêma me bixe nexşeya xebatên cîhanî yên ji bo rûbirûbûna guherîna keş û hewayê dema ku li ser vekirina ofîsa guherîna keşûhewayê di Komîsyona Jîngehê de razî bû weke bersivekê ji bo baldariya cîhanî bo avhewayê. Ji aliyekî din ve beşdariya serokwezîr û nûnerên Herêma Kurdistanê di civînên herêmî û navdewletî yên derbarê enerjiya nûjenkirî de. Îro gelek welatên pêşkeftî ber bi aborîyek kesk a berdewam û veberhênana li ser jîngehê ve diçin, ji bo amadekirina pêşerojeke ku dê di hilberîn û parstina enerjiyê de gelek tiştan biguherîne, dema ku enerjî û cûreyên wê bibin parêzvanên rastîn bo parastina welat û deveran bi teknolojiya dostê jîngehê. Herwiha bi sûdwergirtina ji ezmûna welatên pêşkeftî ji bo cîbicîkirina wê dirûşma ku di rojeva kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye, ku dibêje jîngeha Kurdistanê mezintirîn saman a Kurdistanê ye.”
Sidîq di dawiya gotina xwe de wiha got: “Kurdistan li ser nexşeya hewlên cîhanî yên rûbirûbûna guherîna avhewayê ye û kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam e li ser peydakirina derfetan bo kompaniyan ku di warê veberhênana jîngehê de kar dikin ji bo projeyên kêmkirina guhertina avhewayê.”




