26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Berpirsê PDKê: Li Bexdayê PDK wek nûnerê Kurdistanê tê dîtin

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info– Berpirsê liqa 5 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Bexdayê dibêje, nêzîkî 400 hezar Kurd li Bexdayê hene û hertim kesên nû tên û tevlî me dibin û deriyên me ji her kesî re vekirî ne.


Azad Hemîd Şefî Berpirsê Liqa 5 a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Bexdayê ji malpera fermî PDK re ragihand: Bernameyeke me ya şeş mehan heye û hejmareke zêde ji endam û kadroyên ku dixwazin kar bikin hene, ku dixwazin di nav rêxistinê de kar bikin.”

Şefî wiha got: “Me hin guhertin di komîteya rêvebir ya şaxê de kirin da ku em karê xwe baştir bikin û me kesên ku di her warî de şiyana wan hebe ji bo karkirinê li wir destnîşan kirin da ku di nav gel de bin û ji pirsgirêk û daxwazên wan haydar bin. Rojane xelk serdana me dikin, heta ji aliyên din ve jî peywendiyên me bi aliyên din re gelek baş in û em dixwazin bi hemû aliyan re peywendiyên me baş bin, li Bexdayê jî em dixwazin xizmeta xelkê bikin û bi hemû aliyan re peywendiyên baş hebin.”


Azad Hemîd Şefî wiha domand: "Nêzîkî 400 hezar Kurd li Bexdayê hene û alîgirên me ne tenê kurd in, Ereb, Tirkmen û civakên din jî hene, ji ber ku Bexda mezin e û nifûsa wê nêzîkî 10 milyon kes e, lewra xelkê û herdem tên cem me û deriyên me ji her kesî re vekirî ne.”

Şefî wiha jî got: “Niha Bexda gihiştiye wê baweriyê ku ew kesên ku li dijatiya Herêma Kurdistanê û bi taybetî PDK dikirin, divê peywendiyên baş ligel PDKê hebin û PDK wek nûnerê Herêma Kurdistanê dibînin. Vê dema dawî guhertin çêbûne di berjewediya Herêma Kurdistanê de û niha rewş baş û peywendî baştir bûne, em kar dikin ku peywendî baştir bibin.”

Nûçeyên têkildar