Mesrûr Barzanî: Pêwîst e revenda Kurdistanî li derve mînakeke xweşik û serkeftî be

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serbaz Berzincî, Endamê Encûmena Şaredariya Lambêsê ya girêdayî Londona paytexta Brîtanyayê, dike.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşema 15.05.2024 pêşwaziya Serbaz Berzincî, Endamê Encûmena Şaredariya Lambêsê ya girêdayî Londona paytexta Brîtanyayê, kir.
Di wê hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê James Goldman jî berhev bûbû, Serokwezîr Mesrûr Barzanî destxweşî li Serbaz Berzincî kir ji ber kar û çalakiyên wî li Brîtanyayê û hêvî xwast ku di erkên xwe de serkeftî be.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez jî kir, “Pêwîst e Revenda Kurdistanî li wan welatên ku lê dimînin mînakeke xweşik û serkeftî be”.
Serbaz Berzincî berheviya xwe ji bo karkirinê pêxemetî pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê diyar kir.




