Serok Barzanî pêşwazî li endamê Encûmena London Lambeth kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Serbaz Berzencî Endamê Encûmena London Lambeth kir û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî spasî Serbaz Berzencî kir ku ji bo wê xizmeta bi gelê xwe li derveyê welat dike û hewlên wî yên ji bo bîranînên fermî û vekirina her du monumentên Helebce û Enfal li navendên fermiyên welatê Brîtanya.
Îro Çarşema 15.05.2024 Serok Mesûd Barzanî li Selaheddîn pêşwaziya Serbaz Berzencî Endamê Encûmena London Lambeth kir.
Di hevdîtinê de di derbarê girîngiya rol û beşdariya revenda Kurdî ya li derveyî welat, bi taybet rola revenda Kurdî li Brîtanya û piştgîrî û hevkarîkirina wan ya ji bo veguhestina ezmûna pêşketiya wî welatî ji bo Herêma Kurdistanê de danustandina bîr û ramanan kirin. Her wiha ronahî xistin li ser hemahengiya di navbera Herêma Kurdistan û Brîtanya ya bi navê danustandina zêdetirê kultûrî, zanistî, siyasî, bazirganî û teknelojiya.
Her di vê hevdîtinê de Serbaz Berzencî wê yekê bi Serok Barzanî ragihand, ji bo baştirkirin û pêşxistina peywendiyên cûr bi cûrên di navbera Herêma Kurdistan û Brîtanya û nasandina doza rewaya gelê Kurd û Kurdistanê û bi wê navê de, li derveyê welat, hemû hewlekî xwe dide.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî Serbaz Berzencî kir ku ji bo wê xizmeta bi gelê xwe li derveyê welat dike û hewlên wî yên ji bo bîranînên fermî û vekirina her du monumentên Helebce û Enfal li navendên fermiyên welatê Brîtanya. Her wiha wekî mînakek wesif kir ku eger Kurd derfetek pê bê dayîn dikarê şiyanên xwe bide xûyakirin û hîç ji neteweyên din kêmtir nîne. Herwiha hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo wan xwest û balkişand li ser wê yekê ku pêwîste girîngiyê bi proseya bi jenosayd nasandina tawanên dijî Kurdên Feylî, Barzaniyan, kîmyabaran kirina Helebçe û Enfala gelê Kurd bê dayîn.




