Mesrûr Barzanî Sentera Şêx Baz a çavdêriya kal û pîran li Hewlêrê vekir
__2024_05_15_h17m56s43__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Senterê Şêx Baz ê Çavdêriya kal û pîran li Hewlêrê vekir, herwiha giring dibîne ku rêz li kal û pîran bê girtin û giringî bi wan were dan.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşema 15.05.2024 Senterê Şêx Baz ê Çavdêriya kal û pîran li Hewlêrê vekir ku ji aliyê Serokê Koma Kompaniyên Kar Şêx Baz Berzincî ve hatiye çêkirin.
Piştî ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana pişkên wê senterê kir û bi berhevbûna hejmareke kal û pîran spasiya Şêx Baz kir, ji ber çêkirina wê senterê ku bi awayekî gelek pêşkeftî û serdemane hatiye çêkirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di pareke din a gotinên xwe de daxwaz ji sermayedar û xêrxwazan kir ku senter û xaneyên ji bi vî rengî ji bo xizmeta welatiyên Kurdistanê çê bikin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha daxwaz jî kir ku rêz li kal û pîran bê girtin û giringî bi wan were dan. Herwiha got, “Ev senter jî hene, eger pêdivîtiya kal û pîran bi alîkariyê hebe”.




