Mesrûr Barzanî salvegera damezrandina Yekitiya Mamostayên Kurdistanê pîroz kir
__2024_05_15_h17m34s15__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi boneya 62yemîn salvegera damezrandina Yekitiya Mamostayên Kurdistanê de peyamekî pîrozbahiyê belav kir û ragehand, ew rêxistin di demên zehmet û giran de hat damezrandin û xwedî dîrokekî tejî li xebata rêxistinî û pîşeyî û berevanî li maf û daxwazên mamostayan e.
Îro Çarşema 15.05.2024ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek belav kir û ragehand: ‘’Bi boneya 62yemîn salvegera damezrandina Yekitiya Mamostayên Kurdistanê pîrozbahiyekî germ li serok û endamên mekteba sekreteriyetê û hemû mamostayên Kurdistanê dikim û hêviya pêşketinê ji bo wan dixwazim.’’
Serokê Hikûmetê balkêşa ser wê yekê ku ‘’Yekitiya Mamostayên Kurdistanê di demeke giran de hat damezrandin û xwedî dîrokekî tejî ya xebata rêxistinî û pîşeyî û berevanî li maf û daxwazên mamostayên Kurdistanê û berevanîkirin li mafên rewa yên xelkê Kurdistanê ye. Bi rêz û pêzanîn ve em bi çavê rola giring a mamostayên Kurdistanê di perwerdekirin û fêrkirina nifşên me yên nû de dinêrin.’’
Serokê Hikûmetê di peyama xwe de hêvî xwest ku mamostayên Kurdistanê di erkê xwe yê pîroz de berdewam bin û pêşxistina hizra niştimanperwerî û gehandina xwandevanan û nifşên me yên nû li ser perwerdeyekî rast û dahênerane û heskirina Kurdistanê û rijdbûna li ser destkeftên niştimanî û pêkhateya destûrî ya Herêma Kurdistanê.




