25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê Iraqê pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşema 14.5.2024 li Bexdayê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El Sûdanî civiya û di wê hevdîtinê de pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.

Herdu aliyan li ser rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û pirsên hevbeş ên herdu aliyan axivîn, herwiha behsa bernameya karê hikûmeta Iraqa Federal û plan û stratejiyên geşepêdana aborî li Iraqê kirin.

Di mijareke dinî civînê de, çendîn mijarên hevbeş di navbera hikûmeta Iraqa Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser berdewamiya diyalogê di navbera herdu aliyan di hemû waran de ji bo gihîştina bi çareseriyeke berdewam li ser bingehê destûr û yasayê hate kirin.

Nûçeyên têkildar