Mesrûr Barzanî sersaxî ji malbatên xwendekaran re xwest

Hewlêr-KDP.info- Ji ber wergeriyana paseke xwendekaran li ser rêya Kifrî-Kelarê û mirina çar xwedekaran û birîndarbûna heft xwendekarên din, Serokwezîr Mesrûr Barzanî behînameyekê belav dike.
Di pareke wê behînameyê de hatiye, “Bi mixabinî ve min nûçeya wexerkirina hejmareke xwendekarên amadeyî û birîndarbûna hejmareke din a xwendekaran di rûdaneke trafîkê ya diltezîn de li ser rêya Kifrî-Kelarê bihîst û ez hevxemê wan im”.
Tekista sersaxiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
“Bi mixabinî ve min nûçeya wexerkirina hejmareke xwendekarên amadeyî û birîndarbûna hejmareke din a xwendekaran di rûdaneke trafîkê ya diltezîn de li ser rêya Kifrî-Kelarê bihîst.
Ez ji dil serexweşiyê li binemal û kesûkarên wan dikim û ez hevxemê wan im.
Xudayê mezin canê wan bi behiştê şa bike û sebr û hedarê bi malbat û kesûkarên wan jî bide. Ez daxwaza çarebûneke bilez ji birîndaran re jî dikim.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
14ê Gulana 2024ê”




