25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî sersaxî ji malbatên xwendekaran re xwest

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Ji ber wergeriyana paseke xwendekaran li ser rêya Kifrî-Kelarê û mirina çar xwedekaran û birîndarbûna heft xwendekarên din, Serok Barzanî behînameyek belav kir.

Di pareke wê behînameyê de hatiye, “Bi mixabiniyeke zêde ve min nûçeya diltezîn a wexerkirina hejmareke xwendekarên amadeyî û birîndarbûna hejmareke din a xwendekaran di rûdaneke trafîkê de li ser rêya Kifrî-Kelarê bihîst”.

Tekista behînameya Serok Barzanî:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke zêde ve nûçeya diltezîn ya can ji destdana hejmarek xwendekarên amadehiyê û birîndarbûna hejmareke dinê li rûdaneke hatinûçûnê ya li ser rêya Kelar Ü Kifrî bihîst.

Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukarên qurbaniyên wê rûdana xemgîn dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim şîfaya bi lez bi birîndaran bibexşê û giyanê cangoriyan jî bi behişta fireh şad bike.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî

14.Gulan.2024”

 

Nûçeyên têkildar