25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî bo şanda Fransî behsa rewayetiya doza gelê Kurdistanê li Iraq û navçeyê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Navenda Fransî ya lêkolînerên li ser Iraqê kir û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî behsa rehên dîrokî û siyasî û yasayî yên rewayetiya doza gelê Kurdistanê li Iraq û navçeyê kir.

Îro Duşema 13ê Gulana 2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî Navenda Fransî ya lêkolînerên li ser Iraqê kir ku ji birêzan Profesor Michel Wieviorka, Profesor Fabrice Balanche, Maryos Ekspozîto, Tiyalî Yilmen û Dr Adil Baxewan pêkhatibûn.

Di hevdîtinê de şanda mêhvan pêzanînên xwe ji bo qurbanîdan û xweragiriya gelê Kurdistanê ya li xebat û berxwedana ji bo gihîştina bi azadiyê hebû û rola Serok Barzanî ya li tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê de bilind nirxand û her wiha pesnê çanda pêkvejiyan û parastina pêkhatên olî û neteweyiyên Kurdistanê kir.

Her li vê hevdîtinê de guftûgoyekî têrûtije û vekirî di derbarê rewşa siyasî û pêşhat û gef û metirsiyên li Iraq û navçeyê û hevkêşeyên herêmayetî û navdewletiyan kirin û her wiha rewayetî û paşeroja doza gelê Kurdistanê û aramiya navçeyê kirin.

Di derbarê bi mafên gelê Kurdistanê de Serok Barzanî ji bilî şîrovekirina rehên dîrokî û siyasî û yasayî yên rewayetiya doza gelê Kurdistanê li Iraq û navçeyê û her wiha xebata gelê Kurdistanê ya ji bo parêzgarîkirina li mayîn û pêşxistina doza xwe de, tekez li wê yekê kir ku yek alî kirina kêşeyan li rêya şer û înkarî û hewlên ji bo jêbirina gelê Kurdistanê hîç encamekî nebûye û nabê û baştirîn rê ji bo çareserkirina kêşeyan bi kêşeya gelê Kurdistanê ve jî l navçeyê da bi hevtêgihiştin û aştî û rêkarên demokratîk û diyaloge.

Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku bi dirêjahiya dîrokê gelê Kurdistanê aştî û tebayî û hevbeşiyê xwestiye û tu demekê destpêşxerê şer û aloziyê nebûye.

Nûçeyên têkildar