Parlamenterê Gurcistanê: Serxwebûna Kurd û Kurdistanê bi PDK û Barzanî ve girêdayî ye

Gurcistan-KDP.info- Endamekî Parlamentoya Gurcistanê dibêje, serxwebûna Kurd û Kurdistanê bi PDK û Barzanî ve girêdayî ye. Herwiha got, Barzaniyê nemir hemû jiyana xwe di ber Kurd û Kurdistanê de da.
Parlamenterê Gurcistanê Îsco Dasnî ji malpera KDP.info re axivî û wiha got: "Berê her kesî dizanibû ku rewşa Kurdan li wan çar welatên ku lê dijîn, çawa ye. Barzaniyê nemir jiyana xwe ji bo kurd û Kurdistanê bi taybetî li Başûrê Kurdistanê terxan kir.”
Parlamenterê Gurcistanê da zanîn ku Serok Mesûd Barzanî heya niha vê têkoşînê didomîne û li ser vê rê û rêbazê berdewam e.
Di berdewamiya axaftina xwe de Dasnî wiha got: “Tekoşîna ku Barzaniyê nemir dikir heta hetayê nayê jibîrkirin û baweriyeke mezin li cem min heye bi rêbaza Barzanî.”
Îsko Dasnî kî ye:
Îsko Dasnî siyasetmedarekî Kurdê Êzîdî ye.
Li Gurcistanê, du dewran wekî endamê parlametoyê ye.
Pispor e di warê siyasî û yasayî de.
Li bajarê Tiblîsê yê Gurcistanê jidayik bûye.
Berê li dozgeriya wî welatî kar dikir.
Di sala 2016an de bû endamê Parlamentoya Gurcistanê û heya niha jî parlamenter e.
Di sala 2020ê de, di hevpeyvînekê de ligel malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), wî got ku ew hewl dide pêwendiyên navbera Gurcistan û Herêma Kurdistanê baştir bibin.
Yek ji wan karên ku li ser asta Ewropayê dike jî xurtkirina pêwendiya hemû parlamenterên kurd e ku ji bo pirsa kurd hemahengiyeke xurt hebe.




