25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Serokomarê Iraqê rewşa Iraq û navçeyê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî li Serokomarê Iraqê kir û di wê hevdîtinê de rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û navçeyê gotûbêj kirin.

12ê Gulana 2024 Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Dr. Letîf Cemal Reşîd Serokomarê Iraqê kir.

Di hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û herêm û navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin û ronahî xistin li ser gengeşeyên li ber proseya siyasî û aramiya welat.

Her di vê hevdîtinê de tekez li ser diyalog û hemahengî û karê hevbeş yên ji bo çareserkirina kêşeyan û bihêzkirina peywendiyên di navbera herdu Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqa Federal kirin.

 

Nûçeyên têkildar