Nêçîrvan Barzanî pîrozahî li Navenda Laleş kir

Hewlêr-KDP.info- Îro salvegera 31ê ya avakirina Navenda Rewşenbîriyê ya Laleşê ye û Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li wan kir.
Nêçîrvan Barzanî bi vê wesîleyê peyameke pîrozkirinê belav kir û got: “Ez ji wan re hêviya bipêşketin û serkeftina berdewam dixwazim.
Ez dê her tim piştevaniyê bidim da ku wekî kaniyeke sazgar a ku diherike nav rûbarê rewşenbîriya Kurdî xizmetên xwe bidomînin.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew dê tim piştgiriyê bide maf û xwestekên Kurdên Êzidî û berdewam kir: “Heta ku Kurdekî Êzidî yê revandî hebe dê karê me yê rizgarkirina wan berdewam bike. Çi li Îraqê be, çi li Herêma Kurdistanê û çi jî li cihanê be heta ku ji destê me were em dê xizmetê bikin ji wan re.”




