26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Erdoxan Rewşa Deverê û Pirsa Kurd Nîqaş Kirin

Çavkanî: KDP.info

Serokwezîrê Hikûmeta Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî û Serowezîrê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdoxan li Enqereyê civiyan.

Di civîna han de ku, Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê Îmad Ehmed jî tê de amadebû, rewşa Deverê bi giştî, ya Îraqê û pêşhatin siyasî yên li Îraqê hatin nîqaşkirin.

Di berdewamiya vê civîna han de behsa peyvendiyên heyî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de hate kirin.

Nîqaş kirin li ser peyvendiyên heyî yên di navbera Hewlêr û Enqere de jî babeteke din ya vê civîna han bû û her du alî tekez li ser bihêztir û berfiretir kirina peyvendiyên han di her warî de kirin.

Di beşeke din ya vê civîna han de pirsa Kurd li Tirkiyeyê û pêvajoya çareser kirina vê pirsa han jî hate nîqaşkirin û di vê derbarê de Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe a li hember destpê kirina pêvajoya çareseriya pirsa Kurd diyar kir û ragihand ku, Hikûmeta Kurdistanê amadeye her cure hevkariyek pêşkêşî pêvajoya çareseriya aştiyane ya pirsa Kurd li Tirkiyeyê bike.

Nêçîrvan Barzanî herwiha daxwaz ji tevahiya aliyan kir daku, bi cidî hewl bo fêde wergirtin ji vê pêvajoya han bidin û hêza xwe bo çareser kirina aştiyane ya kêşeyên heyî bikin yek.

Li hember de jî Serokwezîrê Hikûmeta Tirkiyeyê helwesta Serokatiya Kurdistanê a bo piştgîrî kirin ji pêvajoya han bi helwesteke girîng û erênî wesif kir û spasiya Serokatiya Kurdistanê jî kir.

Di dawiya vê civîna han de rewşa Sûriyayê jî hate nîqaşkirin û her du alî tekez li ser vê yekê kirin ku, dibe bilez dawî bi şer û pevçûan li Sûriyayê were û Gelê Sûriyayê bo xwe biryar li ser paşeroja xwe bide

Nûçeyên têkildar