26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Wezareta Derve ya Amerîka rewşa Şingal û Êzîdiyan gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro Pêncşema 09.05.2024ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya xatûn Ezra Ziya Birîkara Wezareta Derve ya Amerîkayê ya ji bo karûbarên asayîşa sivîl, demokrasî û mafên mirovan kir.

Di civînekê de ku, Balyozê Amerîka li Iraqê û hejmarek ji berpirsên Wezareta Derve ya Amerîkayê amade bûn, tekezî li ser parastina mafên mirovan, pêşxistina demokrasî û azadiyan li Herêma Kurdistanê kirin. Herwiha rol û bandora rêxistinên nehikûmî di civakê da û rewşa koçber û penaberan û pêkhateyan gotûbêj kirin.

Herdu aliyan li ser hindek têbînî û kêmasiyên di warê mafên mirovan û azadiyan da nêrînên xwe anîn ziman û li ser girîngiya berdewamiya hevkariya di navbera aliyên peywendîdar yên herdu aliyan de ji bo baştirkirina van waran li Herêma Kurdistanê hevnerîn bûn. Herwesa tekez li ser pêşxistina buhayên hevbeş û parastina mafê pêkhateyên netewî û olî kirin.

Xatûn Ziya çanda bihevrejiyanê, lêborîn û pirdengiyê li Herêma Kurdistanê bilind nirxand û amadehiya aliyên peywendîdar yên ji bo alîkariya Herêma Kurdistanê di warê pêşxistina mafên mirovan û azadiyan û rola yasayê nîşan da û Herêma Kurdistanê wek şirîkê girîng yê Amerîkayê nirxand.

Rewşa Êzîdiyan û girîngiya cîbicîkirina rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, vegerandina bi dilxweşî ya koçberan û debara wan, jiyana koçber û penaberan û jiyana koçberan di nava kampan da mijareke dinê civînê bû.

Nûçeyên têkildar