Wezareta Derve ya Amerîka: Kurdistan hevpeymana me ya stratejîk e

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 9ê Gulanê pêşwazî li Birîkara Wezareta Derve ya Amerîka bo Karûbarên Ewlekariya Sivîl, Demokrasî û Mafên Mirovan Ezra Ziya kir.
Di hevdîtinê de, ku Balyoza Amerîkayê li Iraqê Alina Romanawski jî tê de amade bû, pêşxistina peywendiyên dualî, parastina mafên mirovan û pêkhateyan, pêşxistina çanda pêkvejiyana aştiyane, azadiya olî û asayîkirina rewşa Şingalê hatin gotûbêjkirin.
Birîkara Wezareta Derve yê Amerîkayê dilxweşiya xwe ya ji bo serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê, hevpeyman û hevpareke stratejîk a 360 pileyan Amerîkayê li Iraq û navçeyê ye.
Herdu alî hevnerîn bûn li ser berdewaniya hevahengî û karkirina ji bo pêşxistina nirxên hevpar ên demokrasiyê, parastina mafên mirovan, azadiya ramanê, azadiya çapemeniyê û azadiya civaka sivîl.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştevanî û alîkariyên berdewam yên Amerîka kir û tekezî li ser pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çespandin û bihêzkirina binemayên demokratîk, parastina azadî û mafên mirovan bi giştî kir.
Herwiha herdu alî hevnerîn bûn ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di zûtirîn dem de bên lidarxistin, mafên pêkhateyên Kurdistanê bên parastin û hemû pirsgirêk û astengiyên li pêşiya proseya hilbijartinan bên çareserkirin.
Di mijareke din a civînê de, tekezî li ser cîbicîkirina rêkeftina Şingalê, derketina milîsan û girûpên neyasayî, rêxweşkirina li ber asayîkirina rewşa navçeyê, avakirina Şingalê û vegerandina xwebexş a koçberan bo warên xwe hat kirin.




