25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Pêwendiyên me û Îranê derbasî qonaxeke nû bûn

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Tehranê ragihand:“Pêwendiyên me û Îranê derbasî qonaxeke nû bûn. Dê lihevkirineke me ya nû ligel Îranê hebe.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendineke fermî li Tehranê bû.

Nêçîrvan Barzanî piştî civînên xwe yên ligel berpirsên Îranê di kongreyeke rojnamevanî de bersiva rojnamevanan da.

Nêçîrvan Barzanî got, “Pêwendiyên me û Îranê kûr û dîrokî ne.Herêma Kurdistanê nabe çavkaniya tehdîdkirina cîranên me. Ti kes nikare ji axa me êrişî Îranê bike, ev nayê qebûlkirin.”

Nêçîrvan Barzanî amaje got ku berjewendiyên Herêma Kurdistanê ji hemû tiştî girîngtir in û got, “Berjewendiyên Herêma Kurdistanê ji hemû berjewendiyên partiyan girîngtir in.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, “Pêwendiyên me û Îranê derbasî qonaxeke nû bûn. Civînên wî û rayedarên Îranê re gelekî baş derbas bûn. Pêwendiyên Herêma Kurdistanê yên bi Îranê re gelekî girîng in. Ev pêwendî derbasî qonaxeke nû bûn û divê werin parastin. Gelek xalên dîrokî hene ku me nêzîkî hev dikin.”

Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Me ji bo çareserkirina pirsgirêkan vîneke pir micid dît, helbet pirsgirêk hene lê ya girîng ew e ku ji bo çareserkirina wan hewl bê dayîn.

Herêma Kurdistanê dixwaze li navçeyê aramî û ewlehî bimîne. Ev polîtikaya Kurdistanê naguhere û dê wiha jî berdewam bike.”

Nêçîrvan Barzanî anî zimên ku pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê hatine rojeva civînên wan û got: “Komara Îslamî ya Îranê dixwaze ji bo çareserkirina pirsgirêkan aliyên pêwendîdar bîne cem hev. Hemû aliyan diyar kirin ku ew wekî dostên Îraq û Herêma Kurdistanê dixwazin pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê bên çareserkirin. Me jî ji bo çareserkirina pirsgirêkan alîkarî ji dostê xwe yê hevpar xwest.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hevdîtina xwe û Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî wiha got: “Hevdîtina min û Birêz Îbrahîm Reîsî gelekî baş bû. Ew piştgiriyê dide ku hemû pirsgirêkên Kurdan, Herêma Kurdistanê û Îraqê bi rêya diyalogê bên çareserkirin. Me Birêz Îbrahîm Reîsî vexwend ku piştî Bexdayê were Herêma Kurdistanê. Helwesta wî erênî bû.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew û Reîsî li ser mijarên ewlehiyê jî axivîne û got: “Ez dubare dikin, Îran cîranekî me yê girîng e. Navê wan çi dibe bila bibe ti komên li Herêma Kurdistanê nikarin êrişî Îranê bikin û dîsa vegerin nav axa me. Em vê yekê ji bo ti cîranên xwe qebûl nakin. Di hiqûqa navneteweyî de jî cihê vê nîne. Herêma Kurdistanê dê wekî prensîbekê pêwendiyên xwe yên bi Tirkiye, Sûriye û Îranê re bidomîne. Gavên gelekî baş hatine avêtin ku dê dilgiraniya Îranê kêm bikin û em ji bo çareseriya ji binî ya vê mijarê jî di rêyeke baş de ne.”

Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Divê aliyên din jî hesasbûna Herêma Kurdistanê li ber çavan bigirin û vê dikin jî. Ez hêvîdar im vê helwesta xwe bidomînin û ev mijar di hevdîtinên Îran û Herêma Kurdistanê de careke din neyên rojevê.Hemû pirsgirêk bi mekanîzmaya diyalogê çareser dibin û me jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe û Îranê mekanîzmayek ava kir. Ev mekanîzma dê bandoreke erênî li aborî, bazirganî çûn û hatine welatiyên Îran û Herêma Kurdistanê bike.”

Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku wî roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê diyar kiriye û girîng e ku hilbijartin di dema xwe de bên encamdan.

Serokê Herêma Kurdistanê li ser giringiya hilbijartinan got: “Divê em hilbijartinan bikin da ku em karibin xizmetê ji gelê Herêma Kurdistanê re bikin. Divê hilbijartin nebin sedema ku Herêma Kurdistanê bêhtir parçe bibe. Berpirsiyariya min parastina berjewendiyên Herêma Kurdistanê ye û ez dê ji bo vê jî her tişta pêwîst bikim.”

Nûçeyên têkildar