25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û şanda ENKSê pêşeroja Kurdan li Sûriyê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir û di wê hevdîtinê de ronahî xistin ser rewş û debara welatiyên Kurd û astengî û pirsgirêkên li pêşiya aliyên siyasî û welatiyên Kurd li Sûriyê.

Îro Sêşema 07.05.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir.

Di hevdîtinê de rewş û merc û pêşhatên dawî yên siyasî li Sûriyê û navçeyê hatin gotûbêjkirin û herwiha ronahî xistin ser rewş û debara welatiyên Kurd û astengî û pirsgirêkên li pêşiya aliyên siyasî û welatiyên Kurd li Sûriyê.

Pêşeroja Kurdan li Sûriyê û hevkêşeyên siyasî û navdewletî yên ku bandorê li ser rewşa Sûriyê dikin, mijarên din ên vê civînê bûn.

Nûçeyên têkildar