Balyozê Îspanya: Haya me ji dîrok û êş û xebata gelê Kurdistanê heye
Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî liBalyozê Îspanya li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan got ku haya wan ji dîrok û êş û xebata gelê Kurdistanê heye.
Îro Sêşema 07.05.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Pedro Martineth Balyozê Îspanya li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de Balyozê Îspanya li Iraqê wê yekê bi Serok Barzanî ragihand ku agahdarî dîrok û xebat û wan êşan e ku bi ser gelê Kurdistanê de hatine û pêzanînên xwe ji bo ruhê xweragiriya gelê Kurdistanê hebû û geşbûn û pêşketinên Herêma Kurdistanê bilind nirxand û wekî mînakek ji bo beşên dinê Iraqê wesif kir.
Rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqa Federal mijareke dine vê hevdîtinê bû û Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser xebat û qurbanîdana bêhejmara gelê Kurdistanê ya ji bo pêkanîna mafan û aramiya hemû Iraqê tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e hemû aliyek dersê ji dîrok û şaşiyan werbigrin û vegerin li ser destûrê û gûftugo û diyalog û li hev têgihiştinê hilbijêrin ku bi baştirîn rêye ji bo çareserkirina kêşeyan û pêkanîna aramî û geşbûnê ya li Iraqê da zanîn.
Rewşa navxweya Herêmê û pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Îspanya mijareke dinê vê civînê bûn.




