26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Artêşa Pasdaran civiyan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Artêşa Pasdaran dicivin û herdu alî tekezê li ser giringiya zêdetir mukomkirina alîkarî û hevahengiya aliyên peywendîdar ên Komara Îslamî ya Îranê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re dikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşema 07.05.2024 bi Fermandeyê Giştî yê Artêşa Pasdarên Komara Îslamî ya Îranê General Hisên Selamî re civiya.

Di wê civînê de, herdu aliyan danûstandin li ser peywendiyên Îranê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re bi taybetî di warê ewlehiyê de kirin, herwesa herdu aliyan giringiya zêdetir mukomkirina alîkarî û hevahengiya aliyên peywendîdar ên Komara Îslamî ya Îranê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re ji bo parastina ewlehî û aramiya sinoran û berhingarbûna gefên ewlehiyê ji her aliyekî ve tekez kir.

Di tewerekî din ê wê civînê de, herdu aliyan danûstandin li ser bandor û encamên şerî li Rojhilata Navîn li ser rewşa deverê kirin. Herwesa herdu alî hevnerîn bûn ku divê hemî alî pêxemetî parastina seqamgiriyê kar bikin û rê neyê dan ku alozî zêdetir berfireh bibin.

Alîkarî û hevahengiya ewlehî û serbazî ya Hewlêr û Bexdayê, berhingarbûna gef û metirsiyên terorê û çend pirsên ji bo herdu aliyan giring aliyekî din ê wê civînê bûn.

Nûçeyên têkildar