26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Serokê Parlamentoya Îranê: Hebûna pêwendiyên baş li ser bingeha cîrantiya baş, giring e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şandeya pê ra, di duyemîn roja serdana xwe ya fermî ya bo Tehranê da, roja sêşemiyê 07.05.2024 ê, digel birêz Mihemed Baqir Qalîbaf Serokê Encûmena Şûraya Îslamî ya Komra Îslamî ya Îranê civiyan.

Herdu aliyan, di civînê de, li ser girîngiya hebûna pêwendiyên baş yên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Komara Îslamî ya Îranê re li ser bingeha cîrantiya baş û berjewendiyên hevpar tekez kirin. Di vî warî de behsa derfet û çawaniya pêşxistina hemû warên peywendiyan û hevkariya di navbera herdu aliyan de kirin.

Herdu alî hevnerîn bûn ku, di warên bazirganî, aborî, veberhênan, çandinî, geştiyarî, çandî, perwerde û di gelek warên din de derfên zêdetir yên Komara Îslamî ya Îranê digel Iraq û Herêma Kurdistanê hene, ji bona vê yekê jî girînge aliyên peywendîdar yên her du aliyan zêdetir li ser wan waran bixebitin.

Rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê jî di civînê da hatin gotûbêjkirin.

 

Nûçeyên têkildar