Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Bazirganiyê yê Iraqê li ser bazirganiya bi Îranê re gotûbêj kirin
Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşema 07.05.2024ê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, di civînekê de ligel Asir Dawud El-Xurêzî Wezîrê Bazirganiyê yê Iraqa Federal ku niha bi serdanekê li Tehranê ye, peywendî û asta tevgera bazirganî ya Iraq û Herêma Kurdistanê digel Komara Îslamî ya Îranê nirxandin.
Herdu alî li ser kar û çalakiyên bazirganî û aborî yên Îranê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û çawaniya dirustkirina baştirîn derfetên bazirganî û rakirina astengiyan, danustandina bîr û ramanan kirin. Di vê derbarê de tekezî li ser berfirehkirina sektora bazirganî ya di navbera herdu welatan de kirin, ku bandoreke erênî li ser vejandina aboriya herdu aliyan dike.




