Nêçîrvan Barzanî û Elî Xamineyî li ser rewşa navçeyê axivîn

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Dûşema 06.05.2024 li Tehranê bi Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî re civiya û di wê hevdîtinê de herdu alî li ser rewşa navçeyê axivîn.
Di hevdîtinê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe ya dîtina Xamineyî anî ziman û tekezî kir li ser amadehî û daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina pêwendiyên bi Komara Îslamî ya Îranê re ya di hemû waran de.
Nêçîrvan Barzanî herwiha spasiya alîkarî û piştevaniya Îranê ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê jî kir.
Di hevdîtinê de herdu aliyan tekezî li ser giringiya pêwendiyên Îranê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re kirin.
Hweriha herdu alî li ser parastina aramî û berfirekirina hevkariyên hevbeş ên Komara Îslamî ya Îranê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re hevnerîn bûn.
Di hevdîtinê de rewşa navçeyê bi giştî û çend mijarên ku di berjewendiya hevbeş de ne jî hatin gotûbêjkirin.




