Konsulxaneya Amerîka hevxemiya xwe ji bo xelkê Hewlêrê ragihand
__2024_05_06_h19m3s13__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê hevxemiya xwe ji bo wan kesan diyar dike yên ku ji ber şewata Sûka Qeyseriya Hewlêrê zirar dîtine.
Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê îro Duşema 06.05.2024 hevxemiya xwe ji bo wan kesan diyar kir yên ku ji ber şewata Sûka Qeyseriya Hewlêrê li nêzî kela dîrokî ya Hewlêrê zirar dîtine û ew şewat wekî karesat binav kir.
Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê hêviya zû çarebûnê ji bo birîndarên rûdana şewata Sûka Qeyseriya Hewlêrê kir, herwesa destxweşî li Tîmên Bergiriya Şaristanî û Tîmên Tendisrustiyê kir ku bi bizavên xwe karî zirarên wê şewatê kêm bikin.




