25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Îranê: Pêşxistina pêwendiyên me giring e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Îranê danûstandinan li ser pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Komara Îslamî ya Îranê re kirin.

Îro Duşema 06.05.2024 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re li Tehranê di civînekê de bi Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdilahiyan re danûstandin li ser peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Komara Îslamî ya Îranê re dikin.

Herdu aliyan tekezî li ser giringiya pêşxistina pêwendiyan ji bo herdu welatan kirin û behsa derfetên zêdekirina tevger û lihevguhertinên bazirganî û çalakiyên aborî û kar û pirojeyên kertê taybet ê Îranî li Iraqê û Herêma Kurdistanê kir.

Di tewerekê dî yê wê civînê de, herdu aliyan behsa rewşa siyasî û giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û dawî pêşhatên deverê kirin û tekezî li ser parastina seqamgiriyê kirin.

Nûçeyên têkildar