25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pêşwazî li şanda xwendina bilind û zanîngehên Urdinê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro Dûşema 06.05.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî Xwendina Bilind û Zanîngehên Urdinê kir ku ji Dr. Meiemun Eldubî Cîgirê Wezîrê Xwendina Bilinda Urdinê û Serokên neh Zanîngehên wî welatî û her wiha Fuad Elmecalî Konsulê Giştiyê Urdin li Hewlêrê pêkhatibûn.

Di hevdîtinê de şanda mîhvan rola Serok Barzani ya li proseya siyasiya Herêma Kurdistanê û Iraqê û kûrtirkirina çanda pêkvejiyanê û geşbûna Herêma Kurdistanê de bilind nirxand û ji bilî tekezkirina li dostayetî û peywendiya dîrokiya di navbera Urdin û gelê Kurdistanê de amadehiya xwe ya ji bo pêşxistina pêwendiya akademî û hevkarî û hemahengiya di navbera zanîngehên herdu aliyan de derbirîn.

Her di vê hevdîtinê de Serok Barzanî balkişand li ser pêwendiya dîrokî ya di navbera gelê Kurdistan û Şahnişîna Urdinê de û spasî Şah Abdullah Padişah û Hikûmet û gelê Urdinê kir ku li qonaxên cûr bi cûr de hevsoz û alîkarê gelê Kurdistanê bûne. Tekez jî li kûrtirkirina pêwendî û dostayetiya di navbera herdu aliyan di warên cûr bi cûr de kir.


 

Nûçeyên têkildar