Nêçîrvan Barzanî û Serokmarê Îranê tekezî li ser pêşxistina pêwendiyan kirin

Hewlêr-KDP.info- Îro Dûşema 06.05.2024 Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Tehranê bi Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re civiya û di civînê de behsa berfirehkirina pêwendiyên bazirganî û aborî li ser bingeha cîrantî, berjewendiyên hevbeş û bilindkirina asta pevguhartina bazirganî kirin.
Di civînê de peywendiyên dêrîn û dîrokî yên di navbera Komara Îslamî û Herêma Kurdistanê de bilind hatin nirxandin.
Serokê Îranê Îbrahîm Raîsî spasiya û pêzanîna Komara Îslamî ya Îranê bo Herêma Kurdistanê nîşan da, ku hevkariyan pêşkêşî heciyên îranî yên bo mezargehên pîroz ên li başûrê Iraqê dike, dema ku di Herêma Kurdistanê re derbas dibin.
Ji aliyê xwe ve Serokê Herêma Kurdistanê spasiya piştevanî û alîkariyên Komara Îslamî ya Îranê bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir.
Di mijareke din a vê hevdîtinê de, tekezî li ser pêwîstî û giringiya berdewamiya hevahengî û hevkariyên di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Iraqê û Herêma Kurdistanê de, ji bo parastina aştî û aramiya navçê hate kirin.




