Bêşkçî: Kurd dikarin hevrikiya welatên mezin ji bo berjewendiya xwe bikar bînin

Hewlêr-KDP.info- Nivîskar û bîrmendê mezin û dostê gelê Kurd Îsmaîl Bêşkçî ku beşek ji jiyana xwe ji bo mafên gelê Kurd derbas kiriye û ji bo vê mebestê jî gelek eşkence û êş kişandiye, di hevpeyvîna xwe ya dawî de behsa rola Serok Barzanî dike di vê rewşa niha ya ku rastî Kurdistanê hatiye. Herwiha dibêje, ji bo Kurdan girîng e ku herdem û li her derê helwesta xwe ya Kurdistanîbûnê biparêzin.
Bêşkçî ji malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re ragihand: “Pêşveçûneke gelekî girîng e ku Herêma Kurdistanê li navçeyê bûye (navendeke dîplomatîk), ji ber ku diyaloga dualî xwedî girîngiyeke taybet e. Kurd di van hevdîtinan de dikarin wan neheqî û zulma ku di salên 1920an de di dema Cemiyeta Miletan de li ser Kurd û Kurdistanê hatiye kirin, nîşan bidin.”
Îsmaîl Bêşkçî wiha got: “Kurd dikarin rave bikin ku ev neheqî di dema Neteweyên Yekbûyî de jî berdewam bûn, ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyem hat damezrandin, dema ku ew rêxistin hat avakirin ji bo rêgirtin li binpêkirina mafên netewe û welatên din ji aliyê netewe an welatekî di ve. Kurd dikarin daxwaza rastkirina van neheqiyan bikin.”
Îsmaîl Bêşkçî ku li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê xwedî Dezgeha Bêşkçî ye û birêve dibe û piraniya xebatên wî di xizmeta gelê Kurd de ye, di vê hevpeyvînê de dibêje: “Di vê rewşê de Kurd dikarin sûdê ji hevrikî û nakokiyên dewletên mezin werbigirin bo pêşketia Kurdistanê. Di salên 1920an de Kurdistan di bin şerê dewletên mezin de hat perçekirin. Vê carê Kurd dikarin vê rewşê di berjewendiya xwe de bikar bînin. Tevî ku niha hejmara Kurdan 50 heta 60 milyon e, lê di nav rêxistinên navneteweyî yên wekî Neteweyên Yekbûyî de cihê wan nîne.”
Derbarê rola Serok Mesûd Barzanî de jî, Bêşkçî bi giringî behs dike û dibêje ku, rola Serok Barzanî hertim girîng bûye, ji ber ku ew alîgirê wê yekê ye ku Kurd li her demê û li her deverê helwesta xwe ya Kurdistanîbûnê biparêzin û pêş bixin.
Wî bîrmendê Tirk wiha got: “Geşedanên heyî dê li navçeyê guhertinên mezin çêbikin wek nakokiyên di navbera Hemas û Îsraîlê de. Di dema geşedanên li herêmê de divê Kurd li rêyên berdewam û pêşxistina peywendiyan bi herdu dewletên Amerîka û Îsraîl re bigerin.”
Bêşîkçî wiha domand: “Mirov nikare bêje ku ev geşedanên li herêmê dê di demek kin de nexşeya siyasî biguherînin, lê şert û mercên nû dikarin bên afirandin. Di van geşedanan de parastina ziman û çanda kurdî pir girîng e, wek mînak divê neyê paşguhkirin ku zarokên li Bakur bi kurdî tên perwerdekirin û mezin dibin. Yekîtiya Kurdan gelekî girîng e, eger di çarçoveya helwesta Kurd û Kurdistanê de pêş bikeve ev yek wê pêk were.”




