25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bo geşetên Hewlêr – Amed amadekariyên temam hatine kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Rêveberê Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar ragihand: “Ji bo destpêkirina geştên balafiran ên Hewlêr – Amedê bi temamî amadekarî hatine kirin, herwiha niha em ber bi demsala havînê ve diçin geştên me her ku diçin zêde dibin û rojane bi welatan re nêzî 75 geştên me li Hewlêrê hene.”

Rêveberê Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar ji malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re ragihand: “Demek berê geştên balafiran di navbera Hewlêr û Amedê de hebûn, lê piştre hatin rawestandin, niha daxwaz heye ku geştên asmanî yên navbera Herêma Kurdistanê û Amedê destpê bikin. Me ji bo wê yekê bi temamî amadekarî kirine û dema ku ew jî amade bin dê geştên di navbera her du bajaran de ji nû ve dest pê bikin.
Hoşyar wiha jî got: “Em ber bi demsala havînê ve diçin û geştên me her ku diçe zêde dibin. Rojane nêzîkî 75 geştên me bi welatan re hene û heta werzê Havînê emê geştên xwe zêde bikin, lê her ku em nêzîkî demsala havînê bibin dê geştên me zêdetir bibin. Armanca me ew e ku em geştên xwe bi welatên din re zêde bikin.”

Nûçeyên têkildar