Seîd Omer: Em hertim pêşeng bûne bo lihevkirinê, lê PYD xwe vedişêre

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Endamekî Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) ragihand ku, ENKS gelek hewl dane ku pêwendiyên xwe ligel aliyên din ên siyasî li Rojavayê Kurdistanê baş bike û tekez kir: “Hertim em pêşeng bûne bo rêkeftin û lihevkirinê, lê PYD xwe vedişêre.
Seîd Omer Endamê Polîtbîroya PDK-Sê ji malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re ragihand: “Rewşa Sûriyê her ku diçe xirabtir dibe û şerê biwekalet li Sûriyê heye, ku her beşek ji Sûriyê di destê welatekî de ye.”
Omer wiha got: “Herêmên Kurdan li Sûriyê jî di destê hêzên Amerîkayê de ne û PYD siyaseta tekalî li wir bikar tîne, ku ti hêz û partiyeke din wek şirîk qebûl nake. Em hertim pêşeng bûne bo rêkeftin û lihevkirinê, lê PYD xwe vedişêre.”
Wî endamê Polîtbîroya PDK-Sê wiha domand: “ENKS hertim xwestiye ku partiyên kurd li Rojavayê Kurdistanê yekdest bin, lê eger her derfetek ji bo yekîtî û aştiyê çêbûbe, hêzên ser bi PYDê ve êrişî baregehên me kirine, ku ev yek jî dihêle rewş xirabtir bibe û rê li ber nêzîkbûna partiyan bê bigire.”




