Mesrûr Barzanî û Balyozê Brîtanyayê li Iraqê behsa hilijartinan kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Iraqê dike û pê re danûstandinan li ser çend mijaran dike.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Sêşema 30.04.2024 pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Iraqê Stephen Hitchen kir û pê re danûstandin li ser çend mijaran kirin.
Tewerekî serekî yê danûstandinên wê civînê girêdayî giringiya birêveçûna hilbijartinên Perlemana Kurdistanê bû.
Herdu alî li ser pêdivîtiya çarekirina arêşe û astengên di rêya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û tevlîbûna hemî aliyan di wan hilbijartinan de hevnerîn bûn.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir, “Em piştevaniya birêveçûna piroseya hilbijartinan bi awayek pakij û şefaf û qanûnî û dadperwerane dikin, ku cihê baweriyê be û li bin çavdêrî û piştevaniya Civaka Navdewletî bi rê ve biçin û parastina mafên hemî pêkhatên Herêma Kurdistanê gerentî bike”.
Dabînkirina mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê û şandina mûçe û mafên darayî û berdewambûna alîkarî û piştevanîkirina Pêşmergeyan hin mijarên din ên wan danûstandinan bûn.




