25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Parlamenterekî Rûsyayê bo KDP.info: Serok Barzanî hezkirina Kurdistanê xiste dilê me hemûyan

Çavkanî: KDP.info

Rûsya-KDP.info- Parlamenterê bajarê Yorslavê yê Rûsyayê Mîşa Xalidyan dibêje ku Mela Mistefa Barzanî doza Kurd anî holê û niha jî Serok Mesûd Barzanî pêşengiya wê pirsê li cîhanê dike, ku Herêma Kurdistanê jî di cîhanê de kir nimûneyeke xweş.

Mîşa Xalidyan di hevpeyvînekê de ligel malpera fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand: “Niha Serok Barzanî di dilê hemû Kurdekî niştimanperwer de ye ku ji bo doza welat û netewe û serxwebûnê kar dikin. Serok Barzanî hezkirina Kurdistanê xiste dilê hemûyan û karî doza Kurd bihêz bike û li ser rêbaza Barzaniyê bavê xwe berdewam be.”

Xalidyan wiha got: “Dema ku nemir Barzanî hat Sovyeta berê, hê jî xelk bi wê hezkirinê dixwazi Kurd, Kurdistan û Serok Mesûd Barzanî bibînin û piraniya xelkê navê Barzanî li zarokên xwe kirine.”

Wî parlamenterê Rûsyayê wiha got: “Herêma Kurdistanê xwedî parlamento, sînor, serokatî û rewatiya xwe ye, Hewlêr jî pêşkeftineke mezin bi dest xistiye û bûye navendeke mezin a dîplomatîk, lê Iraq bi her awayî xirab bûye.Hemû cîhan Hewlêr nas dikin.”

Mîşa Xalidyan wiha domand: “Ev çend sal in ku em kar dikin ku Yaroslav û Hewlêr an jî Duhok bibin destira daku gelên Kurdistan û Rûsyayê çanda hevdu nas bikin.”

Xalidyan wiha jî got: “Niha ya ku me dilxweş dike ew e ku Kurdistan mala hemû pêkhate û olên cuda ye. Êzîdî merasîmên xwe li gorî daxwazên xwe pîroz dikin. Êzîdiyên Rûsya bi qasî dinyayekê bi mafên Êzîdiyên Kurdistanê fêfxweş dibin, ku dizanin Kurdistan mala Êzîdiyan e û li Kurdistanê gelekî qedrê Êzîdyan tê girtin.”

Mîşa Xalidyan wiha domand: “Xwezî em hemû li welatê xwe li Kurdistanê bana, ji bo xizmetkirina gelê xwe, ji ber ku em çiqasî li derve bin jî,em xizmeta xelkê dikin. Di jiyanê de tenê hêviyek min heye pêşketina Kurdistanê ye. Xweştirîn dem, dema ku em li Hewlêrê dadikevin û ji me re tê gotin, hûn bixêr hatine welatê xwe Kurdistan. Ev yek bo min xweştirîn hest e, ji ber ku pîroztirîn perstgeha me ku Laliş e, li ser axa Kurdistanê.”

Xalidya wiha got: “Êzîdiyên Rûsyayê dema ku zanîn ku Serok Barzanî perestgeha Lalişê nûjen dike, kêfxweş dibin. Hemû dizanin ku Serok Barzanî li cîhanê piştevanê Êzîdiyan e. Nêzîkî 100 hezar Êzîdî li Rûsya hene, hemû Kurdistan wek welatê xwe yê yekê dibînin û hemû dixwazin serdana Kurdistanê bikin.”

Nûçeyên têkildar