26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Serokê Encumena Bilind a Dadwerî ya Iraqê civiyan

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi Serokê Encumena Bilind a Dadwerî ya Iraqê Faîq Zêdan re civiya.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di civînê de pêvajoya siyasî û pêşhatên dawî yên Îraqê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha hewl û gotûbêjên ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Iraqa Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bingehê destûrê hat gotûbêjkirin.

Herdu aliyan tekezî li ser girîngiya hevkarî û hemahengiya zêdetir di navbera desthilata dadweriya Îraqê û Herêma Kurdistanê kir.

Herdu aliyan dupat jî kir ku dadweriya Herêma Kurdistanê ji derfet û şiyanên desthilata dadweriya Iraqê sûd werbigrin û wan tekeziyê li ser parastina aştî û aramiya siyasî li welat kir.

Nêçîrvan Barzanî spasiya hewl û rola erênî ya Dr. Faîq Zêdan a ji bo çareserkirina pirsgirêkên Îraqê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Serxwebûna desthilata dadwerî, parastina mafên hemû pêkhateyên Iraqê û çendîn mijarên din ê xwedî girîngiya hevbeş di civînê de hatin gotûbêjkirin.”

 

Nûçeyên têkildar