26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Medya û rojnamevanî amrazên bi bandor in ji bo nasandina doza rewa ya gelê me

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî bi boneya 126 saliya Roja Rojnamevaniya Kurdî di peyamekê de pîrozbahî li rojnamevanên Kurdistanê kir û got pêwîst e ragihandinkar û rojnamevanên Kurdistanê wê yekê herdem ji bîr nekin ku medya û rojnamevanî amrazên bi bandor in ji bo nasandina doza rewa ya gelê me

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta sed û bîst û şeşemîn salvegera derxistina yekemîn rojnameya Kurdî ku hevdem roja rojnamegeriya Kurdî û salvegera damezrandina Sendîkaya Rojnamenivîsên Kurdistanê ye, pîrozbahiyê li rojnamevan û medyakarên Kurdistanê dikim.

Rojnamevan û medyakar erkekî pîroz û hestiyar li ser milên wane ku pêkhatiye ji pêdana zanyarî û hişyarî û pêşkêşkirin û pêşxistina civakê. Li vê bîranînê de daxwaza min ji rojnamevan û medyakarên xweşdiviyên Kurdistanê heye, erkê xwe bi awayeke pîşeyiyane ji bo gihandina rastiyan û her wiha bi navê bihêzkirina çand û hişyariya civakê û welatiyan bi cîh bikin.

Pêwîst e ragihandinkar û rojnamevanên Kurdistanê wê yekê herdem ji bîr nekin ku medya û rojnamevanî amrazên bi bandor in ji bo nasandina doza rewa ya gelê me û berevanîkirina li nasname û mafên gelê Kurdistanê û li heman demê de jî amrazin ji bo parastina bihayan û kûrtirkirina çanda aştîxwazî û bihevrejiyan û mirovdostiya li nav xelkê de.

Salvegera rojnamegeriya Kurdî pîroz bê û hêviya serkeftinê ji bo hemû rojnamevanên Kurdistanê re dixwazim.

Mesûd Barzanî
22ê Nîsana 2024”

 

Nûçeyên têkildar