Serok Barzanî: Îradeya gelê Kurdistanê ji hemî çek û komkujiyan bihêztir e

Hewlê-KDP.info- Serok Barzanî di salvegera kîmyabarankirina Balîsan û Şêx Wesanan û Dola Xoşnawetiyê de dibêje, “Îradeya gelê Kurdistanê ji hemî çek û komkujî û tawanan bihêztir e”.
Serok Mesûd Barzanî îro Sêşema 16ê Nîsana 2024ê di salvegera kîmyabarankirina Balîsan û Şêx Wesanan û Dola Xoşnawetiyê de peyamek li tora civakî ya Xê belav kir.
Di peyama Serok Mesûd Barzanî de hatiye, “Îradeya gelê Kurdistanê ji hemî çek û komkujî û tawanan bihêztir e. Di salvegera 37ê ya kîmyabarankirina Balîsan û Şêx Wesanan û Dola Xoşnawetiyê de ku ji aliyê rijêma berê ya Îraqê ve hat kirin, hezaran silav ji bo canê pakij ê şehîdên wê tawanê û tevaya şehîdên Kurdistanê”.




