26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Wezîrê Dad: Kurd ne kêmnetewin, pişkek resen in

Çavkanî: KDP.info

Wezîrê Dadê Sadulah Ergin, li Brukselê beşdarî konferansekê bû û bersiv da pirsên di derbarê pêvajoya reforman ya li Tirkiyeyê de.

Sadulah Ergin, li parlementoya Ewrûpayê, beşdarî konferansekê bû. Ergin, di axaftina xwe de bal kişand ser gavên ku Tirkiyê di warên dadê de avêtine bi lêv kir û got: “Kurd, li Tirkiyê ne kêmnetew in; unsurên eslî ne.”

Ergin berdewam kir û got: “Kurd ne kêmnetewin; unsûrê eslî ne. Li welatê me 75 mîlyon mirov wekî hev in; ew jî parçeyekî me ne. Kêmaneyên olî hene.”

Wezîrê dadê got: “Bi gavên ku di 10 salên dawî de hatin avêtin, me derfetên ji welatên Ewrûpayê pêşdetir dan herkesî.”

Ergin bilêv kir ku mijara demên dirêj yên darizandinê jî wê êdî wê ji holê rabin. Jêder: TRT6

Nûçeyên têkildar