Serokê Artêşa Azad birîndar bû

Suriyê-KDP.info/ Jêderên opozisyona Sûriyê duhî 25/3/2013 ragihandin, ku damezrênerê artêşa azad a Surîyeyê eqîd Riyad Esad di encama teqînekê de bi giranî birîndar bûye û lingekê xwe ji dest daye.
Jêderên opozisyona Sûriyê dan zanîn, ku Riyad Esad li bajarê Meyadîn a li başûrê Dêrezorê ya li rojhilata Surîyeyê di encama teqîna otombêleke bombekirî de bi giranî birîndar bûye.
Riyad Esad, damezrênerê Artêşa Azad a Surîyeyê ye ku di sala 2011`an de ji bo ruxandina rêjîma Beşar Esed hatibû avakirin û yek ji efserên artêşa Surîyeyê ye ku destpêkê jê veqetyayiye. Herweha Riyad Esad li kampeke penaberan a Sûrî li ser sîrorê Tirkiyê li gel malabata xwe jiyana xwe derbas dikir.




