26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Erdogan naveroka peyama Ocelam şirove kirin

Çavkanî: KDP.info

Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê duhî li Turkiye li gel Receb Teyib Erdogan serok wezîrên Turkiye kombû.

Dezgehên ragehandinê yên Turkiye belavkirine ku di kombûnê de, Nêçîrvan Barzanî û Erdogan naveroka peyama Ocelan şirove kirin û serokê hikûmeta herêma Kurdistanê careka dî piştevaniya herêmê bo helwêst û peyama Ebdula Ocelan dûpat kiriye û ragehandiye ku hikûmeta herêmê ya berheve bo aştiyeka seranserî li Turkiye hevkariya herdû aliyan bike.

 

Di hevdîtinê de danustandin li ser pêşxistina peywendiyên abûrî yên di navbera herdû aliyan de hate kirin, dîsa behsa rewşa aloziya Iraqê û peywendiyê herêmê li gel hikûmeta Iraqê hate kirin.

Nûçeyên têkildar